Rojava News: Piştî ku serdana wî ji bo Amerîka û çend welatekî Ewropa bi dawî hat, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di riya firokxaneya Hewlêrê giha Herêma Kurdistanê.
Doh 13ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe bo hejmarek welateyên cîhanê bi dawî kir û di riya firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê giha Herêma Kurdistanê.
Barzanî di serdana xwe de bo Amerîka û Ewropa li gel serokê welatên (Amerîka, Hingarya û Çîk) û hejmarek mezin ji perpirsên wan welatan re civiya û komek pirsên girîng di hevdîtinên xwe de li gel wan gotûbêj kir.
Girîngtirîn rûdawên vê serdanê hevdîtina di navbera Serok Mesûd Barzanî û Serokê Amerîka Barak Obama de bû, ji pêvî ku Serokê Hingarya di hevdîtina xwe de li gel Serok Barzanî piştgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand û vê jî hişt ku Hikûmeta Îraqê daxuyaniyekê belav bike ku tê de hatiye ku, ev helwêsta Hingariya destwerdane di karê navxweyî yê Îraqê de.