Rojava News: Berhema Ehmedê Xanî "Eqîdeya Îmanê" ya ku ji aliyê Komeleya Ehmedê Xanî ve wekî 20 hezar nûsxe hatiye çapkirin, bi destûra Walîtiya bajarê Êlih (Batman) ya Bakurê Kurdistanê ve dan dibistan û dezgehên ku perwerdeya dinê dikin.
Serokê Komeleyê Nûrî Mihemedoxlu destnîşan kir berhema ku bi tîpên Erebî û latînî ve hat çapkirin pêşiyê li Lîseya Qîzan a Anadolu Îmam Xetîbê belav kirin.
Nûrî Mihemedoxlu diyar kir ku, ew dixwaze xebata wan ji dezgehên din yên civaka sivîl re bibe nimûne û wiha pê de çû: Çapkirina berhemên Kurdî berhemê pêvajoya çareseriyê ye, em dixwazin ku bi vê pêvajoya çareseriyê ve xebatên bi rengî zêdetir bin, ji bo piştgiriya vê pêvajoyê me biryara vê xizmetê da, em hêvîdar in ku dezgehên din yên civakî jî dê xebatên bi vî rengî bikin, êdî em hatine dawiya qonaxa berê ya şer û mirinan, êdî qonaxa çareserî, axaftin, nîqaşkirin û jiyana bi ilm û baweriyê ye.