Print this page

HDP mîtînga xwe ya Mersînê betal nake

Rojava News: Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku ji ber teqînê mîtînga xwe ya Mersînê betal nakin û dê “hîn kêfxweştir û bicoştir” tevlî mîtîngê bibin.

 

Îro danê sibê li bajarên Edene û Mersînê yên Tirkiyê di avahiyên HDPê de teqîn çêbûn.

 

Li ser vê bûyerê Hevserokê HDPê Demîrtaş li ser twîttera xwe wiha got: “Emê îro saet 17:00 li Mersînê bibin. Emê hîn kêfxweştir û bicoştir li wir bin. Em li bende herkesî ne.”

 

Ji aliyekî din, namzedê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li ser teqînên Edene û Mersînê got, di wan teqînan de 6 kes birîndar bûne ku rewşa 3 kesan baş nne.

 

Onder wiha diyar kir ku ji destpêka pêvajoya hilbijartinan ve heta niha 62 caran êrişî HDPê hatiye kirin û wiha got: “Lê ew nikarin me teslîm bigirin”

 

Îro saet 17:00 li bajarê Mersînê mîtînga HDPê heye.