Print this page

Heleb: Balafirên Sûriyê li taxa kurdan dan

Rojava News: Balafirên şer ên artêşa Sûriyê bombeyek avêtin taxa Şêx Meqsud a kurdan li bajarê Helebê û di encamê de çend kes birîndar bûn.

 

Rêxistineke mafê mirovan li Sûriyê ragihand: “Îro balafirên hikûmetê bombeyek li taxa Şêx Meqsud dan û di encamê de, çemd welatî birîndar bûn, ku di nava wan de zarokek jî heye.”

 

Li gorî wê rêxistinê, “Şer û pevçûn di navbera hêzên îslamî û hêzên artêşa Sûriyê de li nêzîkî Şêx Meqsud derketin û piştre balafirên şer li wir dan.”

 

Heman rêxistinê wiha got: “Herwiha balafirên hikûmetê çend operasyon li rojhilatê Helebê li navçeyên derdora Balafirgeha Kiwîris a leşkerî, ku di bin dorpêçiya DAIŞê de ye, pêk anîn.”

 

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê wiha doamnd: “Li parêzgeha Dêra Zorê jî balafirên şer piştî nîvê şevê li aliyê rojhilatê bajêr li gundê Bumêr dan û di encamê de zêdetirî 8 welatiyan hatin kuştin, ku 3 ji wan zarok bûn û 2 jî jin bûn.”