Print this page

Nêçîrvan Barzanî di derbarê 70 û 80 yê pêşmerge da

Rojava News: Bi biryara serok wezîrên herêma Kurdistanê, yekeya jimêryarî û xercîyên yekeyên (70 û 80) yên hêzên pêşmerge dê bikevin bin desthilata wezareta pêşmerge.

 

Li gorî zanyarîyan li destpêka vê mehê, Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, biryar da, 70 û 80 hêzên pêşmerge di gel mûçeyên wan, bi kevine bin desthilata wezareta pêşmerge.

 

Berîya niha Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê nameyeka 7 xalî bo wezareta pêşmerge hinartibû û têda daxwaza bilez kirina gavên hevgirtina yekeyên 70 û 80 yên hêzên pêşmerge kiribû ku niha ji derveyî desthilata wezareta pêşmerge ne li bin çavdêrîya partî û yekîtî ne.