Rojava News: Li rojhilatê bajarê Kobanî komek gund ji aliyê hêzên Kurd û Volkana Ferat ve ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Şervanênkurd li parêzgeha Reqayê bi DAIŞê re şer dikin.
li herêma Til Ebyed, sê gundên din ji aliyê şervanên Odeya Operesiyonên Volkana Ferat ve ji çekdarên DAIŞê hatin standin.
Ew gund bi piştevaniya balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên Kalo, gundên ku duh hatin standin, evin: Koşkar, Şewitî û Bîr Hisên.
Hat zanîn: Duh li başûrê Kobanî jî şervanên kurd û hêzên Volkana Ferat li gundê Cebariyê êrişî çekdarên DAIŞê kirin.
Li gor agahiyan li aliyên rojava û başûrê Kobanî şer nemaye lê li rojhilatê bajêr li 2 eniyan şer heye; eniyek 55 km dûrî bajarê Kobanî û li herêma Til Ebyedê ye û eniya din jî li ser rêya Heleb û Reqayê ku 70 km dûrî Kobanî ye.
Imer Kalo da zanîn ku Volkana Feratê derbasî nav parêzgeha Reqayê ya Sûriyê bûne û bi çekdarên DAIŞê re şer dikin.
Parêzgeha Reqayê ji par ve di destê DAIŞê de ye û ji aliyê wê rêxistinê ve wek “wîlayet”ek “dewleta îslamî” tê binavkirin.