Rojava News: Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê civînek derbarê amadekariyên kongira xwe ya sêyemîn li bajarê Qamişlo lidarxist.
Derbarê vê yekê berpirsê rêveberyê Mekteba Siyasî ya Partiya democrat a Kurdistan-Sûriya Mihemed Ismaîl got:"Dê di van civînan de, berfirehkirina encumenê bê behskirin û dê daxwaznameyên tevlîbûnê bêne pejirandin."
Ji aliyê xwe ve jî nûnerê ciwanan di xwecihiya Nesridîn Berhik de Mihemed Emîn Resûl got:"Emê li ser rola xortan terkîz bikin û rêjeya wan dê bibe 15%."