Print this page

Ji bo piştgirya Mehabadê li Elmanya xwepêşandan

Rojava News: Li bajarê Dortmondê yê Almanyayê xwepêşandanek ji bo piştevaniya Rojhelatê kurdistanê çêbu.

Ji bo bûyerên Mehabada Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Dortmondê kurdên wê derê û derdora wê xwepêşandanek cemawerî li meydana mezin ya bajar encam dan.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê ku wek rêzistineke gencan ya ku serbixwe

xwe didin nasîn piraniya wan ji kurdên rojavayê kurdistanê ne û beriya çend mehan li Almaniya hatiye damezrandin bi vê çalakiye rabûne.

Xwepêşandane bi dirûşim netewî û Alên Kurdistanê hat encam dan û nêzî 2 demjimêran  berdewam kir.

Peyam û gotar bi zimanê almanî, kurdî û erebî hatin xwendin û bi nivîskî jî jibo şaredariya bajar re hat pêşkêşkirin.

Xwenîşandêran daxwaz ji desthilata Elmaniya kirin ku bê deng nemînin li ser helwestên  tûnd û ne mirovane yên hêzên ewlehiya komara Îslamî ya Îranî li hemberî kurdan .

Tê zanîn li her çar aliyên Kurdistanê û li gelek dewletên Ewrûoa çalakî û meşên piştgiriyê ji bo xwepêşandana Mehabadê tên kirin û tê de nerazîbûna xwe li hember siyaseta rêjîma Îranê li hember kurdan û mirina bi guman a Ferînazê tê destnîşankirin.