Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê civînek li gel Serokê Korbenda Abûriya Cîhanê li darxist.
Duh, li “Deryaya Mirî” li şahinşahiya Urdinê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokê Korebenda Abûriya Cîhanê Pirofêsor “Kilawis Şûweb” civînek li dar xist, di wê civînê de Serokê Korebenda Çîhanî sipasiya Serok Barzanî kir li ser beşdarbûna wî di vê Korebanê de li Urdinê û behsa rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî Têrorê kir û giringî bi rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê da li ser rola wan ji bo çareserkirina kirîz û pirsên di Herêmê de.
Di beşekî din ji wê civînê behsa rewşa penaberan û pirsgirêkên abûriyên Herêma Kurdistanê hat kirin û serokê korbenda cîhanî erênî da bi Serok Barzanî ku ew dê hewlên xwe bike di rêya vê Korbenda Cîhanî de ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike