Print this page

PKKê êrişî pêşmergeyên PDK-Î kir

Rojava News: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, gerîlayên PKKê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî pêşmergeyan wan kirine.

Ev çend roj bûn hêzeke PDKÎ li devera sînorî ya Keleşînê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn dorpêçkirin û alozî di navbera her du aliyan de derketibû.

Li ser vê yekê, jêderekî PDKÎ ji Rûdawê re got, îro danê sibê gerîlayên PKKê li deverên Seqer, Xinêre û Keleşînê êrişî hêzên wan kirine.

Wî rayedarê PDKÎ diyar kir ku ew tişta ku nediba biqewimiya, qewimî.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê PDKÎ Hesen Şerîfî, şeva borî li ser aloziya navbera wan û PKKê ji Rûdawê re gotibû, wan daxwaza hevdîtinê bi rayedarên PKKê re kiribûn lê PKKê daxwaza wan red kiribû.

Şerîfî her wiha gotibû, eger qesta PKKê ew e ku pêşiya xebata wan li Rojhilatê Kurdistanê bigire ew ti carî vê yekê qebûl nakin.