Rojava News: Pasdarên Îran`ê li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistan`ê de 2 welatiyên Kurd kuşt, lê hîna nayê zanîn ew herdu welatiyên li ser sînorê bajarê Mako hatine kuştin, karê qeçaxçîtiyê dikirin an jî na?
Li gor çavkaniyên herêmî, Pasdarên Îran`ê roja 21ê Gulan`ê li gundên Amugazî û Texte Roynî yên girêdayî navçeya Qelenî ya bajarê Mako`yê herdu welatiyên Kurd kuştine lê hîna nasnameya wan nayê zanîn.
Eve di demekê de ku, salan li ser sînorê Rojhelat û Başûr û Bakurê Kurdistan`ê bi dehan kolberên Kurd ji aliyê Hêzên rêjîma komara Îslamî ya Îran`ê ve têne kuştin.