Print this page

Partiyên Rojhilat êrîşa PKK bo ser PDK.Î şermezar dikin

Rojava News: Demjimêr 08:00 ji sibeha îro, 24ê Gulanê, gerîlayên Partiya Karerên Kurdistanê (PKK) ji 3 aliyan ve êrîşî ser pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran destpêkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK.Î Mihemed Salih Qadir îro, 24ê Gulanê, di daxuyaniyekê de ji bo medyayê nûçeya êrîşa gerîlayên PKK bo ser Pêşmergeyên wan piştrast kir û got ku, êrîş ji Kêleşîn, Seqer û Xinêre, di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, destpêkiriye.

Di vê derbarê de aliyên siyasî yên din li Rojhilatê Kurdistanê, tevî şermezarkirina wê êrîşê, daxwaz dikin ku şer bê rawestandin.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mistefa Mewlûdî taybet ji BasNewsê re got: “Em her şerekî di navbera têkoşerên siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê li her dem û cihekî, bi tundî şermezar dikin û tiştê ku Pêşmergeyên PDK.Î kirine, têkoşîneke gelek asayî ye û bi mafê wan dizanin.”

Mistefa Mewlûdî got jî: “Hebûna PKK li wan sînoran heye û dibîne ku divê her ew li wêde be û mafê tu hêzeke din a siyasî nîne ku li wê navçeyê hatin û çûnê bike. di nêrîna min de ew sedema serekî ye û êdî nikarim bêjim ku destekî derekî têde ye, lê dema ku hêzên PKD.Î xwestine bi wê rêyê de biçin û bêyî ku karê wan bi gerîlayên PKK hebe.”

Navborî diyar kir ku, ew hemû hewldanên xwe ji bo rawestandina şer dikin, herwiha da zanîn ku, nave şer di navbera kurdan xwe bi xwede derkeve.

Li gor ku malpera fermî ya PDK.Î belavkiriye, di wê êrîşa gerîlayan de “2 Pêşmergeyên wan şehîd bûne.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtbîroya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistan-Îran, Enwer Mihemedî ji BasNewsê re got: “Bêguman em wê kiryarê şermezar dikin û cihê ku PDK.Î lê ye em bi axa Rojhilatê Kurdistanê didin zanîn û bi mafê her hêzeke Kurdistana Îranê dizanin ku li ser axa xwe xebatê bike, em dibînin ku pêwîste PKK li ser axa Bakurê Kurdistanê bimîne û nabe destêwerdana kar û çalakiyên tu hêzeke parçeyên din ên Kurdistanê bike.”

Navborî aşkere kir jî ku, guman di wê yekê de nîne ku hemû hêzên Rojhilatê Kurdistanê li dijî şer birakujî ne û her karek di vê derbarê de şermezar dikin.

Enwer Mihemedî diyar kir jî ku, ew hemû hewldanên xwe dikin ji bo rawestandina wî şerê ku di navber gerîlayên PKK û Pêşmergeyên PDK.Î de derketiye.

Ji bo wergirtina nêrîna Koma Civakên Kurdistanê (KCK) BasNewsê peywendî bi Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK Demhat Egîd re kir, lê telefona wî girtî bû.