Rojava News: Di êrîşa gerîlayên PKK bo ser Pêşmergeyên PDK.Î de “2 Pêşmerge şehîd” bûne, şerê di navbera her du aliyên kurd de berdewam e.
Demjimêr 08:00 ji sibeha îro, 24ê Gulanê, gerîlayên Partiya Karerên Kurdistanê (PKK) ji 3 aliyan ve êrîşî ser pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran destpêkirin.
Malpera fermî ya PDK.Î belav kiriye ku, di êrîşa gerîlayên PKK bo ser Pêşmergeyên wan de li navçeya Kêleşîn “2 Pêşmerge şehîd” bûne.
Ew 3 roj bûn ku hejmarek ji Pêşmergeyên PDK.Î bi mebesta encamdana çend çalakiyên leşkerî û siyasî çûbûn navçeya Kêleşîn, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, ya ser bi bajarê Şino yê ser bi parêzgeha Ormiyê ve, lê gerîlayên PKK rêgirî li wan kiribûn û xistibûn bin dorpêçê.