Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tundî şerê navbera PKK û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) şermezar kir û ragihand, em rê nadin Kurdistan bibe meydana tesfiyekirina hesabên siyasî.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser şerê navbera PKK û PDKÎ de, ku bû sedema şehîdbûna pêşmergeyekî PDKÎ, peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, ew bûyer bi tundî şermezar kiriye û wiha gotiye:
“Em ji her du aliyan dixwazin li ser xwe bin û nehêlin arîşe û alozî kûrtir bibin û nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.”
Barzanî her wiha diyar kiriye ku wî beriya niha “şerê xwekujiyê” (qesta wî şerê birakujiyê ye) red kiriye û daxwaza heramkirina wî şerî kiriye û wiha aniye ziman: “Nabe şerê xwekujiyê çêbibe û xwîna kurd bi destê kurd were rijandin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew nahêlin Kurdistan bibe meydana tesfiyekirina hesabên siyasî û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kiriye ku çi ji dest tê bike ji bo ku rewş kontrol bike û nehêle aloziya di navbera her du aliyan de kûrtir bibe.