Rojava News: "Diljîn Hiso" nûnera Şepêla Paşeroja Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê got ku "Piştî tevlîbûna me ji bo ENKSê, dê emê li ser aktîvkirina wê kar bikin û dê emê rewşa wê vegerînin dema destpêka şoreşa Sûriyê."
Nûnera Şepêla Paşeroja Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê "Diljîn Hiso" ji malpera "Pdk-s" lêzêde kir û got:" Em wekû Şepêla Paşeroj pêşwaziya biryara tevlîbûna me ji bo Encumena Niştîmaniya Kurdî dikin, tevî ew derg hat, lê emê hewil bidin ku rola ENKSê aktîv bikin bi hevkariya şirîkên xwe dê emê rewşa wê vegerînin dema destpêka şoreşa Sûriyê ."