Print this page

Li Ewropa û bajar û bajarokên Kurdistanê 39emîn salvegera Şoreşa Gulanê

Rojava News: Bi helkefta 39emîn salvegera vêketina Şoreşa Gulanê ya pêşkeftîxwaz, li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û derveyî welat jî yada wê şoreşê bilind hat ragirtin û bi girîng ronahî xistin ser pêwîstiya wê şroreşê û behsa destkeftên girîng yên vê şoreşê hat kirin.

Silêmanî

Bi wê helkeftê û li bajarê Silêmaniyê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê hejmarek pirtûk bi ser hejmarek rewşenbîr û rojnamevanên wî bajêrî de hatin belavkirin.

Pîrmam

Hevdem li bajarokê Pîrmamê li Hola Şehîd Îdrîs Barzanî semînarek bi serperiştiya endamê serkirdatiya PDKê Umer Usman û bi amadebûna Ferîq Şêrwan bo hejmarek ji beşdarbûyên Şoreşa Gulanê birêve çû. Di wê semînarê de bi awayekî têr behsa giringiya serhildana Şoreşa Gulanê kir.

Raniye

Herwek liqa 11 ya PDKê jî li bajarê Raniye korek bi vê helkeftê bo berpirsê liqê saz kir.

Berdereş

Ji aliyekî din ve û her bi vê helkeftê, li nahyeya Berdereş, Dezgeha Rewşenbîrî ya Xazir semînarek bo rojnamevan Seîd Memozînî saz kir û tê de ronahî xist ser pêwîstiya vêxestina wê şoreşê û temamkirina Şoreşa mezin a Îlonê.

Di beşeke dine vê semînarê de, Memozînî behsa wê demê kir û ragihand ku, di wê demê de barekî gellekî giran ketibû ser milê PDKê, lê bahê ruhî yê neteweya kurd, Barzaniyê nemir karî serkeftinê bi dest bîne.

London

Her di vê boneyê de, Lêjneya Navçeya PDKê li Londonê semînarek saz kir û di wê semînarê de di serî de deqeyekê li ser canê paqij ê şehîdan û Barzaniyê Nemir û Kake Îdrîsê herdem sax rawestan.

Berpirsê Lêjneya Navçeya PDKê li Londonê, Heval Kemal Amîdî behsa meznahya wê şoreşê di dîroka pirxebat a gelê me kir. Ameje jî bi wê yekê ku Şoreşa Gulanê hêvî û omîdeke mezin da gelê kurd piştî Şoreşa Îlonê.

Herwiha da zanîn ku ev hemû destkeftên ku niha bi dest hatine berhema wê şoreşa mezin bi serokatiya Kake Îdrîsê her sax û cenabê Serok Barzanî ye.

Piştre Heval Xesro Ajgeyî, Kargêrê Rêxistina Lêjneya Navçeya PDKê li Londonê, behsa wê yekê kir ku piştî wê şoreşê dîsa gelê kurd hizra berdewamkirina xebata xwe kir, ew jî ji bo bi dest anîna mafên rewa yên gelê kurd, ku destkeftên wê şoreşê zêrîn in û heta PDKê hebe, mafê gelê kurd vala naçe.

Her di wê semînarê de, Endamê Mekteba Pêwendiyên Derve ya PDKê, Heval Şêrko Hebîb amaje bi wê yekê kir ku, “Partî berdewam pêşengiya kurdayetiyê bûye û xwedî destkeftên dîrokî bûye bo gelê kurd û berdewam jî dibe li ser wê yekê heta ku gelê kurd bi temamî mafê xwe bi dest bîne.”

Hebîb wiha got: “Şoreşa Gulanê vejîneke dîrokî pir xebat û berxwedan bû, ku piştî wê gellek destkeft bi dest hatin û bû sedem ku gelê kurd bi temamî bigihê mafê xwe.”