Print this page

Îran cenazeyê kurdekî Rojhilat nade malbata wî

Rojava News: Cenazeyê welatiyekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ku çend roj berê li nêzîkî bajarê Şino yê Rojhilat ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, radestî malbata wî nayê kirin.

Roja 28ê vê mehê li devera Nalûsê ya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê gulle berdabûn sivîlan, di encamê de welatiyê bi navê Rêbwar Mewlûdî hatibû kuştin û yek jî bi birîndarî hatibû girtin.

Li gorî agahiyan, cenazeyê Rêbwar Mewlûdî birine bajarê Ormiyê û li wir defin kirine.

Hat zanîn ku rayedaran ji malabata Rêbwar re gotine, cenaze dê li goristana Baxê Rizwan li bajarê Ormiyê were deftinkirin û radestî malbata wî nayê kirin.

Her wiha malbata wî welatiyê kurd hatiye tehdîdkirin ku şîna kurê xwe negirin.

Heta niha nayê zanîn ka çima ew welatiyê kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye kuştin lê piştî ku partiyên Rojhilatî biryar dan hêzên xwe bişînin ser sînor Başûr û Rojhilat, Îranê jî li ser sînor tijî hêz kir û li deverên sînorî tedbîrên tund girt.