Print this page

Qedexekirina çûnûhatinê li Hesekê plankirî bû

Rojava News: Piştî her du teqînên ku di şeva Newroza îsal de li taxa Miftî ya bajarê Hesekê hatibûn encamdan ku di encam de zêdetirî 55 welatiyên bajarê Hesekê şehîd ketibûn û zêdetirî 150 kesî jî birîndar bibûn, rewşa bajêr ji aliyê ewlehiyê ve pir xerab bû û tirseke mezin kete nava Kurdan de.

Asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve li bajarê Hesekê biryara qedexekirina çûnûhatinê di nava bajêr de piştî seat 8ê êvarê derxist, her wiha welatiyên taxên Kurdan ji vê biryarê gelekî dilgiran in û dibêjin ku PYDê dixwaze, em ji taxên xwe bar bikin.

Rojnameya Kurdistan kete nava xelkê û nerînîn wan li ser vê biryarê veguhest.

Welatiyê bi navê Adil Elî wiha li ser vê mijarê got:” Tenê PYDê li ser Kurdan xurt e, biryara qedexrkirina çûnûhatina piştî 8ê êvarê, tenê li ser taxên me tê cîbicîkirin, xelkê me neçar dibin ku ji malên xwe dernekevin û karê xwe berî seat 8an bidawî bikin.Niha jî demsala havînê ye û heyam pir germ e, mirov ligel birîna elikitrîkê tehemula germê jî êdî nake.”         

Piştî derkirina vê biryarê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk ve, asayişa partiya navborî, hejmarek ciwanên Kurd li ser rêbendên xwe bi girtin dan û berê wan dan zindanê û ev girtin tenê li deverên Kurdî rû didin.

Qedexekirina çûnûhatinê bûye cihê nerazîbûnê li bal welatiyên bajêr û bi taybet xwedanên dikan, xwaringeh û kafênêtan ji ber ku piraniya karê wan bi şev e û welatî dixwazin ku seat ji 8 bibe 10ê êvarê da ku karibin karê xwe temam bikin.

Li gor çalakvanên bajêr dibêjin ku kesê vê biyarê bicih neke dê bête cezakirin û wê bacekê bi qasî 16 hezar Leyreyên Sûrî jî bide.

Ehmed Mihemed wiha li ser vê yekê got:” Bi rastî biryarên PYDê pêkenok in, çima tenê li ser Kurdan e, mebesta PYDê ji vê biryarê ew e qedexekirina karê siyasî ye ji ber ku piraniya karê siyasî li bajarê Hesekê di dema niha de bi şevê tê kirin û naxwaze ti kes ji malên xwe derkeve.”

Jiyan Xelîl