Rojava News - Qamişlo: Li bajarê Qamişlo teqînek di navendeke tenduristiyê de çêbû, Hat zanîn ku herî kêm 8 kes mirine.
Bîstekê beriya niha li bajarê Qamişlo, li navenda tenduristiya Cirnikê de teqînek çêbû.
Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand, bûyer ji ber teqîna tûpa gazê çêbûye û da zanîn, heta niha herî kêm 8 kes mirine û hinek jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di wê navenda tenduristiyê de 20 kes kar dikin.