Print this page

Yekem mamosteya jin a Komara Kurdistanê koça dawiyê kir

Rojava News: Mîsrî Xusrewî navdar bi Xanimê, li ser fermana Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed, dest bi dayîna waneyên kurdî kiribû.

Xanimê li kelha Serdar a bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê di temenê 86 salî de roja 29ê Gulanê koça dawiyê kiriye.

Di sala 1929an de, Xanimê li Bersa Mehabadê hatiye dinê û piştire li ser fermana Qazî Mihemed li bajarê Bokan waneyên kurdî dide xwendekaran.

Xanimê hevjîna şehîd Mihemed Qudsî bû, ku yek ji 4 efserên Komara Kurdistanê bû, piştî hilweşana komarê Xanimê û hevjînê xwe tên Başûrê Kurdistanê.

Piştire, Mihemed Qudsî û her 3 efserên din ên Komara Kurdistanê ji aliyê rejîma wê serdemê ya Iraqê ve tên darvekirin.

Piştî şahîdkirina hevjînê wê, Xanimê vedigere bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê û li wêde jî koça dawiyê dike.

Xanimê kesayetiyek xwedan pêgeheke taybet bû di nava xelkên Bokan û Mihabadê de.       

 

BasNews