Print this page

Narîn Metînî: Lidarxistina kongreya ENKSê bêyî îradeya kar bê sûde ye

Rojava News: Seroka ofîsa pêwendiyên giştî ya Şepêla Paşeroja Kurd li Sûriyê Narîn Metînî got ku Lidarxistina kongreya Encumena Niştîmaniya kurdî ENKSê bêyî îradeya kar, nirxandina qonaxê û çaksazkirina şaştiyan bê sûde ye û wê demê dê tenê kongir li ser asta rêxistinî be.

Di lêdwaneke taybet de ji malpera "Pdk-s" Metînî diyar kir:" kongreya Encumena Niştîmaniya kurdî ENKSê yê sêyemîn ew e komkirina hemû hêzên siyasî di çarçoveyeke kurdî de û divê ENKSê bê aktîvkirin li gor planekê ku karê hebeş di nava pêkahatiyên de têde hebe "

Tê zanîn ku di 25-5-2015an de Encumena Niştîmaniya Kurdî daxwazneme tevlîbûna Şepêla Paşeroja Kurd li Sûriyê bi her du baskên xwe qebûl kir.