Print this page

Hêvî li ser Kongreya ENKSê hene

Rojava News: Kongreya sêyemîn ya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, dê di 11ê Hezîranê de bê lidarxistin.

endamtiya her yek ji Partiya El-Wehde û El-Partî û herwiha herdu partiyên çep ku bûne yek, hat qebûlkirin, niha partiyên ENKSê bûne 9 partî.

Parvekirina kursiyên aliyên serbixwe ligel ciwanan û jinan di kongreyê de: 50% ji endametiya ENKSê ji herêma Cizîrê re diyar kiriye û 50% jî ji Kobanî, Efrîn û aliyên Kurd li navçeyên din ên Sûriyê re hatiye destnîşankirin.

Derbarê pirsa gelo wê kongreya ENKSê vê carê serkeftî be û dê ENKSê roleke baş di vê qonaxê de gelo bilîze, rojnameya Kurdistan hin nerîn derbarê vê mijarê de wergirt.

Sekretêrê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava Hejar Hesen got:" Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê nûnertiya piraniya gelê Kurdistana Sûriyê dike û hêj hêviyên mezin li ser hene û nûnertiya ciwanan di nava ENKSê de xizmeta doza Kurdî dike û dive rola wan neyê piştguhkirin".

Ji aliyê xwe ve jî sekretêrê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê Şelal Gedo derbarê kongreya ENKSê got:" Hêviyên mezin li ser kongireya Encumena Niştîmaniya Kurd ENKSê yê sêyemîn hene û dê ev kongir serkeftî be."

Welatiyê bi navê Ehmed Îsa:" Eger ENKSê wekû carê din tevbigere dê karê wê were rawestandin û cemawerên wê jî kêm bibin, divê ENKSê biryarên cidî derbarê PYDê bistîne, da ku karekî aktîv di vê qonaxê de bike."

Ciwan Ibrahîm