Rojava News: Rêxistina DAIŞê helmetekî fireh bo girtina nişteciyên hejmarek ji gundên têkel ji Ereb û Kurd li derdora bajarê Girê Sipî pêk anî.
Duh, 1 Hezêranê çekdarên DAIŞê li gundên (Girê Sor, Sosik û Girê Fider) bi dehan welatiyên Kurd û Ereb girtin û heta niha hîna li gundan mabûn li hêviya cinîna zeviyên xwe û ji wan kesên girtî û hatine naskirin hemî endamên malbata “Ismaîl Hacî Misto” û kesekî din binavê “Ebdulxenî Îbo û 2 birayên wî.”