Print this page

Guvaş li xwedanên deraseyan tê kirin

Rojava News: Berî demekê, rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, buhayê çinîna berhemên çandiniyê (genim-ceh, gijnîj, nîsk) li parêzgeha Hesekê destnîşan kir, bi hinceta ku ewê wan buhayan bike yek û parastina cotyaran jî bike, lê xwedanên deraseyan ji vê yekê pir dilgiran in.

Rêveberiya partiya navborî li parêzgeha Hesekê buhayê çinînê wiha destnîşan kiribû: Wê xwedanê deraseyan di zeviyên avî de, eger genim be rêjeya 5% ji cotyar bistîne bêyî pûş û kayê, 6% tevî pûş û kayê, lê zeviyên li ser baranê çê dibe ango yên ne avî, wê her donimekî bi qasî 500 Leyreyên Sûrî werbigre bêyî kayê, 600 Leyreyên Sûrî tevî kayê.

Yek ji xwedanên deraseyan ji rojnameya Kurdistan re li ser vê mijarê wiha got:”Emê pabendî vê biryarê nebin ji ber ku çaksazkirina deraseyê pir buha tê kirin û perçeyên derseyan nema têne peydakirin, em neçar jî dibin bi nirxekî buha bikirin, da ku karê xwe biqedînin, eger PYDê di vê mijarê de rast be, bila perçeyên deraseyan bi nirxekî erzan ji bo me dabîn kiriba, ne ku heqdestê me erzan bike.”

Xwedanê wê deraseyê lê zêde kir û got:” Karkerên ku bi me re kar dikin nema bi nirxê kevin kar dikin û daxwza buhayekî zêde li me dikin, heta ji me bê em zirarê neghînin cotyar, lê emê li ser nirxên xwe kar bikin û çênabe ti kes fermanan li ser me ferz bike.”

Îmad Elî