Rojava News : Roja pêncşemê li zanîngeha Yagêlonyan li bajarê Krakovê yê Polonyayê semînareke girîng bo pisporan birêve çû, ku taybet bi pirsa serxwebûna Kurdistanê.
Ew semînar ji aliyê zanîngeha Yagêlonyan û sentera kurdî bo ragihandin û zaniyariyan hatibû rêxistin, herwiha Ofîsa Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonyayê çavdêriya semînarê li histê xwe girt.
Di semînarê de10 kes ji profîsor û diktor û pisporên yasayî yên navdewletî ji çend Zanîngehên Polonyayê beşdar bûn û çend pirs nirxandin, wek gelo piştî bidestanîna serxwebûna Kurdistanê, dê rewşa navdewletî û yasayî derbarê Herêma Kurdistanê ku çawa dibe li ser nimûneya wan rêkeftinên di navera Polonya û Iraqê de heye?
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî, Ziyad Reûf di wê seminarê de wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dema serdana xwe de bo Amerîka got ku, êdî em nema behsa wê yekê dikin ku serxwebûn dê were bidest anîn ya na, niha be hew e ku kengî dê pêk were. Herêma Kurdistanê niha xwe ji darxistina referandûmê re amade dike.”
Piştre yekek din ji rêkxerên konferansê bi nave Pavîl Çubîk ji zanîngeha Yagêloniyan wiha got: “Eger cudabûna Kurdistanê li gorî yasayê be, bêguman dê îtîrafeke navdewletî bo serxwebûna Kurdistanê misoger bibe.”