Print this page

Nêçîrvan Barzanî: Divê di warê çand û perwerdehiyê de jî şerê DAIŞê were kirin

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li heyeteke oldarên Mesîhî kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, şerê dijî terorîstan jî şereke mezine û ne asane lewre ew şerê han bi tenê bi rêyên leşkerî serkeftî nabe û divê di warê perwerdehî û çendî de jî şerê dijî terorîstan were kirin.

Di hevdîtinê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û eşkere kir ku armanc ji vê serdana han amadekariyên pêwîst bo hilbijartina Patrîkê nû yê kilîseyên Aşûrî yên Rojhilatê ye û di rojên pêşiya me de vê Patrîkê nû yê kilîseyê were hilbijartin.

Di beşeke din ya civîna han de behsa rewşa deverê bi giştî û şerê dijî terorîstên DAIŞê bi taybetî hate kirin û heyeta mêwan jî spasiyên xwe pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kir ku kariye piştgîrî ji Mesîhiyan bike û hevkariya penaberên Mesîhî bike.

Şanda mêvan herwiha behsa rola Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir û rola hêzên pêşmerge bi girîgn wesif kir.

Heyet herwiha spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku piştgîriya damezrandina kilîseyeke nû bo bawermendên Aşûrî li Hewlêrê diyar kiriye.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember ew serdana han diyar kir û ragehand ku hikûmet û xelkê Kurdistanê bi rêzdarî û bi yek çav li tevahiya kemenetewan dimizînin û her çend di warê darayî de barekî gelek giran li ser stuyê hikûmeta Kurdistanê ye lê hikûmeta Kurdistanê li gor karînên xwe bi her awayî hevkariya penaberan kiriye û berdewam dibe li ser hevkarî kirina penaberan.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa şerê Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê kir û tekez li ser vê yekê kir ku hêzên pêşmerge parastina tevahiya mirovatî li hember terorîstan dikin û şerê dijî terorîstan jî şereke mezine û ne asane lewre ew şerê han bi tenê bi rêyên leşkerî serkeftî nabe û divê di warê perwerdehî û çendî de jî şerê dijî terorîstan were kirin.