Rojava News – Hesekê: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de îro, 3 Hezîranê, ragihand ku, firokeyên rejîma Sûriyê derdora girtîgeha zarokan li Hesekê bombebaran dikin.
Êrîşa çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bo ser başûrê Hesekê duh danê êvarî destpêkiribûn, niha jî şer û pevçûn li wê navçeyê dijwar bûne.
Rewangeha Sûrî diyar dike jî ku, çekdarên DAIŞê otombîleke bomberkirî li derdora girtîgeha zarokan teqandin, lê heta niha ne diyar e bê ew girtîgeh di bin kontrola çi aliyekî de ye.
Heta niha jî şer negehiştiye navçeyên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, lewma şervanên wê tevlî şerê li başûrê Hesekê nebûne.