Rojava News: Li Amedê li cihê mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) teqîn çêbû.
Li qada mîtînge ya Îstasyonê ya Amedê bi beşdariya hezaran kesan mîtînga HDPê dest pê kir. Di cihê mîtîngê de teqînek çêbû.
Hat gotin ji ber teqîna trafûya elektrîkê, teqîn çêbûye.
Li gorî agahiyan teqînek jî di cihê çopê de çêbûye. Û di encama herdu teqînan de nêzîkî 50 welatiyên sivîl birîndar bûne û ev birine nexweşxaneyên bajêr.
Mîtînga HDPê ji aliyê rayêdarên partiyê ve hat betal kirin û girseya tevlî mîtîngê jî bûye ber bi taxa Ofîsê ve meşiya.
Ji aliyê din ve Rêvebiriya Ewlehiya Amedê jî ragihand teqînê ji ber trafûya elektrîkê rû da.
Rayêdarên HDPê jî gotin li 2 cihan teqînan rû dane û gelek kes birîndar bûne ku birîna hin ji wan giran e.