Rojava News: Ji meha derbasbûyî de ev cara sêyeme ku DAIŞê hewla dagîrkirina Hesekê dike.
Îro 5 Hizêranê çekdarên DAIŞê êrîşa xwe li derdora başûrê Hesekê tundtir kir û niha DAIŞ şerekî giran li wir dike bi mebesta ku wî bajarî dagîr bike ku bêhtirê xelkên wî Kurdin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ku navenda wê li paytextê Birîtaniya Lendonê ye di daxuyaniyekê de eşkere kir ku firokeyên rêjîma Sûriyê û ketîbeyên bergiriya niştimanî bi tundî rêgiriyê li êrîşên DAIŞê dikin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku: “Bordûmana firokeyan neverast û başûrê Hesekê girtiye“
ji meha Gulanê ve ev sêyem car DAIŞê hewil dide ku Hesekê kontirol bike, herwiiha li gorî daxuyaniya Waşintonê di heyamê 9 mehên derbasbûyî de firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi hezaran çekdarên DAIŞê kuştine.