Print this page

PDK-Bakur: Armanc komkujî bû

Rojava News: Platformên Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) ragihand ku, hêzên ku teqîna Amedê plan kirine, armanca wan komkujiyeke mezintir bûye.

 

Serokê PDK-Bakur, Sertaç Bucak di daxuyaniyekê de ragihand: "Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedema hilbijartina Parlamentoya Tirkiyeyê ku sibehê birêve diçe, di rewşeke gellekî hesas re derbas dibin."

 

Sertaç Bucak wiha got: “Di vê hilbijartinê de bi taybetî li dijî HDPê gellekî êriş û provokasyon pêk hatin. Li hin bajar û qezayên rojavayê Tirkiyeyê êriş li ser navendên HDPê û buroyên hilbijartinê yên vê partiyê hatin kirin. Li Mersin, Kanîreş, Erzurom û Edenê êriş hatin ser wê partiyê.”

 

Bucak wiha domand: “Teqîna Amedê provokasyonekî gellekî bi metirsî bû. Hêza (an hêzên) ku ev provokasyon plan kirine, armanca wan komkujiyeke mezintir bûye. Wisa xuya dike ku van hêzan hesabê tirs û panîka piştî teqînê jî kirine ku dê beşdar birevin û gellek mirov di ber piyan de bên kuştin. Sebir û sukûneta ku bi deh hezaran beşdaran û rêvebiriya mitingê nişan da, rê li ber panikê û komkujiyeke hêj mezintir girt.”

 

Serokê PDK-Bakur ragihand: “Teqîna Amedê nîşan da ku hêzên provokator ji bo cîbecîkirina planên xwe, dikarin hemî cure wahşiyetê pêkbînin. Riya pêşî lê girtina provokasyonan bi taybetî bihêzkirina pêywendiyên navxweyî yê hêzên kurd û kurdistanî ye.”

Herwiha Sertaç Bucak di daxuyaniya xwe de, bi tundî wan êriş û provokasyonan rûreş dike. Sersaxiyê ji HDPê re û xelkê xwe re dixwaze, Rehma Xwedê ji şehîdên teqîna Amedê re, sersaxiyê ji malbatê wan re dixwaze. Bi dehan birîndarên teqînê li nexweşxaneyên Amedê ne. Ji wan re jî şîfa xêrê dixwaze.

 

Bucak daxuyaniya xwe wiha qedand: “Em bangê li dewlet û hikûmetê dikin, ku di zûtirîn dem de plaker û qesasên vê qetlamê bibînin û eşkere bikin.”

 

Duhî li Qada Îstasyonê ya Amedê  bi beşdariya hezaran kesan mîtînga HDPê dest pê kir. Di cihê mîtîngê de 2 teqînîn çêbûn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.