Rojava News: Endamê Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê Ebdilbasit Seyda got ku bêdengiya hevpeymaniyê derbarê sere Hesekê tenê ji bo zelalbûna rewşê ye
Endamê Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê Ebdilbasit Seyda ji “ARKê” re derbarê sere ku li bajarê Hesekê diqewim e got : “Hevpeymanê çavê xwe ji vî şerê ku li gundewarê Hesekê rû dide negirtiye , û ew rewşa bajarê Hesekê ji nêzîk ve di şopîne, lê tenê bêdengiya wê ji bo zelalbûna rewşê ye .”
Li ser sedema bê dengiya hevpeymaniyê Seyda diyar kir: “Heta niha rewşa bajarê Hesekê ne zelele, ji ber vê yekê hevpeymaniyê tu gav ji bo Hesekê ne avêtiye , lê hevpeymaniyê wê rewşa Hesekê di civîna ku wê di roja 11 – 12 vê mehê de were li darxistin gotobêj bike ."
Derbarê biryara YPGê ku gotibû ew hemahingiyê ligel artêşa rêjîma Esed li dijî DAIŞê de nake, Seyda got : “ Gelek xalên pirsê li ser vê biryarê hene, ji ber ku gelek caran hemahingî di navbera artêşa rêjîma Esed û hêzên YPG yên bi ser Partiya PYDê ve çêbûne û bajarê Qamişlo wekû nimûneykê ji hemahingiya di navbera wan de, ku niha herdû alî bi hev re rêveberiya bajarê Qamişlo dikin.