Print this page

DAİŞ xelkê devera Girê Spî derdixîne û dest datîne ser ciwanan

Rojava News: Hate ragihandin ku rêxistina terorîstî DAIŞ’ê li gundên Eynê û Mişref El-Uyum yên li rojhilatê bajaroka Girê Spî (Til Ebyad) 8 hezar welatiyên ereb bi darê zorê derxistine, lê ciwanên gund bi zorê li gel xwe hêlane.

 

Li gor hatiye zanîn;  DAIŞ’ê di 2 rojên dawî de li Eynê û Mişref El-Uyum yên ku nişticihên wan ereb in, 8 hezar kes di darê zorê ji gund derxistine. Hate gotin ku çeteyan zor li gundiyan kiriye ku biçin Bakûrê Kurdistanê.

 

DAİŞ ciwanên gundan jî bi darê zorê li gel xwe dihêle û tevlî şerê li dijî hêzên din dike..