Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de pîrozbahî li gelên Tirkiye dike û dilxweşiya xwe bi serkeftina partiyeke siyasî di Parlamentoya Tirkiyeyê de diyar dike.
Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Bi helkefta serkeftina hilbijartina Parlamentoya Tirkiyeyê, ez pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelên Tirkiye û hemû partiyên beşdarbûyên hilbijartinê dikim. Serkeftina vê hilbijartinê belge ye li ser wê yekê ku demokrasî li Tirkiye gihîştiye astekî bilind.”
Barzanî wiha got: “Gellek jî dilxweş bûm ku kurd yekemîn car e dikarin li rewşeke demokratîk de û di çarçoveya partiyekî siyasî de bigihê Parlamentoya Tirkiyeyê. Ev yek ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê destkeftekî girîng e. Her bi vê helkeftê jî ez destxweşiyê li serkirdatî û endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha domnad: “Wek çawa berê me piştevaniya pêşveçûna pêvajoya aştî û demokrasiyê li Tirkiye dikir, piştî niha jî emê li ser wê yekê berdewam dibin. Hêvîdar im ev destkeft bibe cihê berfirehtirbûn û kûrtirbûna aştî û birayetiyê li Tirkiye û şûna zilm, înkar û cûdakariyê nemîne.”