Rojava News: Koçberiya welatiyên Kurd ji gundewarên Girê Sipî (Til Ebyedê) ya rojava berve Kobanê berdewame û heya niha 650 malbatên Kurd gihêştine Kobanê.
Li gor nûçeyeke malpera Welatî bi erebî, ew malbatên Kurd ku di nava wan de jin û zarok jî hene ji aliyê rêxistina terorîstî DAIŞ ve hatine neçar kirin ku ji gundewarên Girê Sipî derkevin û ji wan re gotine yan biçin Tirkiyê yan Tidmirê lê ew malbat berê xwe dane gundewarên Kobanê ên rizgarkirî.
Li gor nûçeyê, DAIŞ bi darê zorê malbatên Kurd ji gundên wan derdixîne û welatiyên Kurd di rewşekî xirap de jiyana xwe birêve dibin.
Welatiyekî koçber jî ku ji bajarokê Silûkê ye gotiye ku ew ji ber şer û pevçûnan ji gundewarên Silûkê reviyane û ereb û Kurd neçar mane koçber bibin û gundê wan jî ji şêniyan valabûne.