Rojava News : Piştî ku agir bi hezaran zevî û darên zeytûnan li gundewarê rojhila û başûrê Kobanî da ber xwe berê xwe vê care da rojavayê kobanî û hêj ew yek jî berdewam e.
Duh, roja sêşemê agir bi hezaran ji darên zeytûanan li gundê Salim yê dikeve rojavayê Kobanî de ket û heta niha jî ew agir berdewam e û ji kêlgehekê diçe yeka dî bêyî ku ti kes vî agirê bihêz vemrîne.
Berya niha siyasetmedarê Kurd yê bi navê Ebdilcebar Şahîn ku ji xelkê bajarê Kobanî ye li ser vê yekê wiha ji “Pdk-s” re got:”Şewtandina erdên çandiniyê û daran li Kobanî ew bi xwe şewtandina jiyanê ye û kesê ku ev kar pêk aniye li dijî mirovatiyê ye.”
Sîpan