Print this page

Hesekê: Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin

Rojava News: Li bajarê Hesekê, welatî ji ber rewşa ewlehiyê û belengaziyê xaniyên xwe difroşin lê bazara kirrîn û firotinê jî ji ber şer sekiniye.

 

Her ku diçe rewşa ewlehiyê ya bajarê Hesekê xetertir dibe çimkî li başûrê wî bajarê Kurdistanê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Sûriyê de derketiye.

 

Her çiqas hêzên kurdî tevlî şer nebûne jî lê gellek caran top û agirê şerê DAIŞ û rêjîma Sûriyê dipeşke nav bajêr.

 

Ji ber wê jî welatî xanî û malên xwe difroşin û ji bajêr bar dikin…

 

Li gorî ku bazirganên kirrîn û firotina xaniyan dibêjin, ji ber şer û aloziyê bazara kirrîn û firotinê jî nemaye û sekiniye…

 

Yên ku xaniyên xwe difroşin ji ber belengaziyê û tirsa mirinê ye. Eger dest min jî bikeve ezê xaniyê xwe bifroşim û ji mirinê birevim…