Print this page

Konfransa nûneratiyên Kurdistanê li Viyenayê tê lidarxistin

Rojava News: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nûnerên xwe yên li derveyî welat re li Avustryayê konfransekê lidar dixe. Biryar e 14 nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derveî welat di vê konfransê de beşdar bin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê, Nazim Debax ragihand, roja şemîya bê bi serpireştiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, dê Konfransa Nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Viyen a paytextê Avustryayê bê lidarxistin.

 

Nazim Debax derbarê acendaya wê konfransê de got: “Biryar e her 14 nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdariyê di konfransa nûneran a li Viyenayê de bikin û ji bo baştir birêvebirina erk û karûbarên xwe, nirxandin û pêdeçûnê bi karên nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derveyî welat bikin.”

 

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Îlona sala 2006an de bi biryara hejmar 143 a serokatiya encumena wezîran hat damezrandin û Felah Mistefa bi pileya wezîr wek berpirsê wê hat destnîşankirin.

 

Erkê sereke yê vê fermangehê, damezrandin û xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî re ye. Ji heyama damezrandina wê fermangehê de heya niha, 14 nûneratiyên Başûrê Kurdistanê li derveyî welat û bi taybet li her 5 welatên endamên herdemî yên Encumena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve hatine vekirin.