Print this page

Birîmo: Divê ENKSê doza Kurd li Kurdistana sûriyê biser bixe

RojavaNews : Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya Nûrî Birîmo got ku dive ENKSê doza Kurd li Kurdistana sûriyê biser bixe.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya "Nûrî Birîmo” di hevpeyvînekê de ligel programê “ARK” li ser telivizyona Zagrosê got:”Em nabêjin dê kongerya Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê ya sêyemîn sedî sed serkeftî be, helbet dê kêmanî hebin, ya giring ew e ku kongir bête lidarxistin di zûtirîn dem de û ENKSê bi awayekî aktîvkirî li ser meydana kurdî bimîne û divê ENKSê doza Kurd li Kurdistana sûriyê biser bixe.”

Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê 11ê vê mehê dema kongreya xwe ya sêyemîn destnîşankiribû, lê ji bo demeke nediyarkirî hate lipaşxistin.”

Sîpan