Print this page

PDK-Sê di 58emîn damezirandina partî de pîrozbahî li gelê Kurd dike

Rojava News : Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya di daxuyaniyekê de bi boneya 58emîn damezirandina yekemîn partiya Kurdî li Kurdistana Sûriyê pîrozbahî li gelê Kurd kir. 

 

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya di daxuyaniya xwe de roja 14-6-1957 bi rojeke girin û dîrokî bo gelê Kurd da zanîn û diyar kir ku damezirandina wekû bersevekê ji rewşa wê demê ya Kurd li Sûriyê têde dijiyan hat, ku desthilatê wê demê mafên Kurdan li Kurdistana Sûriyê binpê dikirin.

 

PDK-Sê di daxuyaniya xwe behsa rola partî bi giringî nirxand  di damezirandina Encumena Niştîmaniya Kurdî û her wiha yekbûna hin beskên partî di jêr sîwanekê û vê dawiyê yekîtiya siyasî û damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya bû.

 

Her wiha daxuyaniyê amaje bi şerê ku niha li Sûriyê diqweime kir û behsa êrîşên hovane yên DAIŞê û çawaniya rûbirûbûna trorîstan di vê demê de kir.

 

Di dawiya daxuyaniyê de PDK-Sê pîrozbahî li gelê Kurd,  û tevgera Kurdî, endam û kadroyên partî bi boneya 58emîn sal li ser damezirandina yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê kir û daxwaz ji cemawerên xwe kir ku şahiyan çê nekin ji ber rewşa hestiyar ya ku deverên Kurdî têde derbas dibin.

 

 Tê zanîn ku 14-6-1957an de yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê bi nave Partiya Demokrat a kurd li Sûriyê hatibûn damezirandin ku wê demê sekretêrê wê Dr. Nûridîn Zaza.