RojavaNews : Hêzên kurdî û Volkana Firatê tenê 1 K.M ji Girê Spî dûrin û amajeyên girtina wî bajarokî zêdetir dibin.
Duh, 14ê Hezîranê, Volkana Firat ragihand ku, şervanên wê “20” gundên din li derdora Girê Spî rizgarkirine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyanî da ku, firokeyên hevpeymanan otombîleke bombekirî ya çekdarên DAIŞê li başûrê-rojhilatê Til Ebiyedê armanckirin.
Li gor çavkaniya navborî, niha tenê “150” çekdarên DAIŞê yên biyanî di nava Girê Spî de mane, piştî ku çekdarên Sûrî û Iraqî reviyan e Tirkiyeyê.
Ji aliyek din ve, praniya derbiderên ku li ser sînorê Til Ebiyed û Tirkiyeyê asê mabûn duh derbasî welatê navbûrî bûn.