Print this page

Hesekê: “Komeleya Pêlistan” grûpek muzîkê bo zarokan ava kir

RojavaNews : Komeleya Pêlistan a Piştgiriya Zaroktiyê grûpek muzîkê ji bo zarokên bajêr ava kir.

 Grûpa muzîkê ya ku komeleya navborî ava kiriye, tenê endamên wê temenê wan di navbera 5 ta 12 salan de ye.

Ebdilhekîm Mistefa ku endamê encumena rêvber e di nava komeleyê de ye ji malpera “Rojava News” re got:” Armanca avakirina vê grûpê ew e geşepêdana karîn û şiyanên zarokan û pêşkêşkirina alîkariyê bo grûpa navborî da ku karê xwe berdewam bike, her wiha peydakirina cihekî taybet bi perwerdekirina muzîkê ji ber ku baweriya me her dem bi mafê zarokan  bo jiyaneke baş û xweş heya.”

Komela  Pêlistan a Piştgiriya Zaroktiyê li bajarê Hesekê berya demekê ji aliyê hin ciwanên kurd yên wî bajarî hatibû damezirandin.

Nalîn Hesen