Print this page

Girê Sipî bi temamî hat rizgar kirin

Rojava News : Hêzên  Kurdî bi temamî bajarê Girê Sipî ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

duh 15 Hizêranê hêzên  kurdî bi temamî bajarê Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin, li hîna çend paşmayên DAIŞê di nav bajar de mane û bergiriyek gelekî lawaz dikin.

Ji berî çend rojan hêzên kurdî helmetekê ber fireh ji bo kontirolkirina Girê Sipî destpê kiribûn û ev demeke ew dorpêçkiribûn û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî li DAIŞê didan.