RojavaNews : Ev e demeke ku cotyarên Kurdistana Sûriyê mijûlî çinîna zadên xwe ne, û her dixwazin ku operasyona çinînê bi awayekî asayî û bê pirsgirêk derbas bibe, ji ber ku şer nêzîkî deverên Kurdî ye çi li Kobanî, Efrîn û devera Cizîrê be.
Li bajarê Serê Kaniyê wek her deverekê dest bi vê yekê hatiye kirin û xelk bi zehmetî çinîna zadê xwe birêve dibin ji ber ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û rêveberiya xweser ya ser bi wê ve guvaşan li xwedanên deraseyan û wlatiyên xwedan erd dikin.
Li ser vê mijarê Bedran Misto endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li bajarê Serê Kaniyê ji programê ARKê re got:”Asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk ve baceyên diravî li ser xwedanên deraseyên ku li gundewarê Serê Kaniyê çinînê dikin dike, ew bace bi qasî 25 hezar Leyreyên Sûrî ye, bi hinceta ku ew bac dê biçin ji bo jinûavakirina bajarê Kobanî.”
Misto lêzêde kir û got:”Ev kampaniya danheva bacan ji aliyê asayişa PYDê ve di demekê de tê ku hemû derase li ser erdên Serê Kaniyê ne û vê yekê wek keysekê dibînin û kesê vê bacê nede dê nikaribe karê xwe berdewam bike. Kesê ku vê bacê dide helbet ji ber tirsê ye, bêguman her kurdek dixwaze beşdariyê di jinûavakirina bajarê Kobanî de bike, lê ev kar ne bi vî şêweyî tê kirin, em daxwazê ji PYDê û dezgehên ser bi wê ve dikin ku kiryarên wisa rawestîne û bihêle ku welat bi serbestî kar û xebata xwe bikin û istixlala cotyaran nekin.”
Berî demekê, rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, buhayê çinîna berhemên çandiniyê (genim-ceh, gijnîj, nîsk) li parêzgeha Hesekê destnîşan kir, bi hinceta ku ewê wan buhayan bike yek û parastina cotyaran jî bike, lê xwedanên deraseyan ji vê yekê pir dilgiran in.
Rêveberiya partiya navborî li parêzgeha Hesekê buhayê çinînê wiha destnîşan kiribû: Wê xwedanê deraseyan di zeviyên avî de, eger genim be rêjeya 5% ji cotyar bistîne bêyî pûş û kayê, 6% tevî pûş û kayê, lê zeviyên li ser baranê çê dibe ango yên ne avî, wê her donimekî bi qasî 500 Leyreyên Sûrî werbigre bêyî kayê, 600 Leyreyên Sûrî tevî kayê.
pdk-s