Print this page

Volkana Ferat derbasî nava Eyn Îsê bû

Rojava news: Şervanên Kurd û hêzên din ên Volkana Feratê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî derbasî nava bajarokê Eyn Îsê yê herêma Girê Spî bûne û niha li wir şerê DAIŞê dikin.

 

Li gor nuçeya Rudawê “Piştî kontrolkirina bajarokê Girê Spî û gundên derdora wê, îro hêzên Odeya Volkana Feratê derbasî nava Eyn Îsê bûn û di hindur de şerê çekdarên DAIŞê dikin.”

 

Herwiha şervanên Volkana Feratê li wir lêgerînê dikin, tevî ku hejmarek zide ji wan çekdaran li Eyn Îsê nemane.

 

Di derbarê bajarokê Girê Spî jî tê gotin , “Gundên derdora wî bajarokî bi temamî hatine kontrolkirin û niha tenê Eyn Îsê maye ku ew jî ji destê DAIŞê bê sitendin.”