Rojava News: Sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bûye riya mirinê ji welatiyên Kurdistana Sûriyê re yên ku ji ber rejîma Esed û leşkeriya neçar ya ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û hevalbendên xwe ragihandibû direvin, ku bi sedema wê biryarê bi hezaran ciwan ji deverên kurdî barkirine.
Di vê dema dawî de paswanên sînor yên Tirk ku bi Cendirmeyan têne naskirin bi awayekî hovîtî li dijî welatiyên Kurd radwestin û wan îşkence û gulebaran dikin û ev dibe sedema mirina hejmarek ji wan welatiyan.
Derbarê vê yekê de welatiyê bi navê Ehmed Îdo ji rojnameya Kurdistan re wiha got:” Ee gelek caran ji mirinê filtî me ji ber ku min dixwest biçim Bakurê Kurdistanê, lê her car ez rastî Cendirmeyên Tirk dihatim, lê ez direviyam û carnan hevalên min dihatin girtin û rastî îşkenceyê jî dihatin, bi rastî riya li ser sînorê bûye riya mirinê, mirovê ku bi qaçaxçîtî diçe Bakur nizane bê ka wê çarenivîsa wî çi be.”
Welatiyekî din ji rojnameya Kurdistan re got:” Leşkeriya neçar dihêle ku ciwan li ser sînoran bêne kuştin, ji ber ku ciwan di jêr aleya PYDê û dezgehên ser bi wê ve de şer nakin û ew neçar dibin ku xwe li sînoran bixin, da ku ji vê sitemkariyê birevin û bi azadî ji derveyî Rojva bijîn”
Xunav Mihemed