RojavaNews : Endamekî pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê kandîdê partiya xwe bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere dike û dibêje divê aliyên siyasî di destûrde babeta yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê yekalî bikin.
Endamê pîlotbîroya PDKê “Mehmûd Mihemed” ragihand: “Em li gel wê ne ku sîstema hikmraniyê li Herêma Kurdistanê perlemanî be lê divê gel rasterast serokê herêmê hilbijêre û derbarê pirojeyên aliyên siyasî ji bo pirsa posta Serokatiya Herêma Kurdistanê navborî got: “Gerek aliyên siyasî li hêviya komîta 21 kesî mabana û ev pirs di rêya destûrê de yekalî bikrana.”
Herwiha Mehmûd Mihemed tekez kir, PDKê li gel hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ye û ji bo wilayeta bê jî “bi tenê kandîdê me Mesûd Barzanî ye”