Print this page

Remezana Rojava: Kelûpel biha bûne

Rojava News: Ligel hatina Rojiyê bihayê kelûpelan li bazarên Rojavayê Kurdistanê bilind bûne.

 

Remezan dîsa bi ser Rojavayê Kurdistanê de hat û welatî dibêjin, rewşa me ya darayî xerab e, milet hejar e, ji xelkê nayê ku hemû pêdviyên xwe bikirin.

 

Bazirgan dibêjin, jibilî hatina Remezanê, ji ber girtina rê li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve û ji ber ku Rêveberiya Xweser gumrikê davêje ser kelûpelan bihayê tiştan bilind bûye.