Print this page

Xortek Kurd eve salek û nîve li Şamê wenda bû ye

RojavaNews-Hewlêr:ciwanê Kurd Fehed Ebo Zêd yê 27 salî eve heyama salek û nîvê ye wenda û têkiliya wî malbata wî re qûtbye.

Birayê Fehed yê binavê Îbrahîm Ebo Zêd biriya Ajansa RojavaNews re banga alîkariyê ji Rêxistinên mafê mirovan û dezgehên Sivîl xwest. Dako li Birayê wî bigerin û çarenivîsa wî eşkere bikin.

Fehedê bêserûşiwên çuyî li taxa Ceremana li bajarê Şamê bicih bûyî bû û eve heyama salek û nîvê ye peyîwendiya wî bi malbata wî re nemaye .

Birayê Fehed li bangewaziya xwede hêvî xwest ku her kesê agahiyek ji birayê wî hebe bila telefûna wî bike li ser jimara telefûna wî ya Sûrî (0934467984) yan jimara wî ya Êraqî (009647504956084) yan jî biriya tora civakî FaceBook ê re li ser rûpela wî bivê navnîşan û Lînkê xwarê pêwendîyê pêve bike.

https://www.facebook.com/ibrahimebozed?fref=ufi

Rêzan Osman