Print this page

Demîrtaş bersiva PKKê da

Rojava News: Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku ew di karên xwe de fermanê ji KCKê wernagirin. Demîrtaş her wiha anî ziman, eger mercên wan bên qebûlkirin ew dê pişta hikûmeta AKP-CHPê bigirin.

 

Selahedîn Demîrtaş îro li Amedê li ser avakirina hikûmeta nû ya Tirkiyê, rexne û nêrînên KCKê yên li ser HDPê bersiva pirsên rojnamevanan da.

 

Demîrtaş li ser pêkanîna hikûmeta nû got, heta niha ti kes û partiyekê bi me re li ser pêkanîna hikûmetê hevdîtin nekiriye lê eger AKP û CHPê hikûmeta nû pêk bînin û mercên HDPê jî qebûl bikin em amade ne li derveyî hikûmetê piştgiriya wan bikin.

 

Hevserokê HDPê li ser rexne û daxuyaniyên rayedarên PKKê li ser HDPê jî got, helbet her kes dikare nêrînên xwe bîne ziman, rayedarên KCKê jî dikarin nêrînîn xwe bêjin ji ber ku ew aktorên pêvajoya çareseriyê ne lê em ferman ji KCKê wernagirin.

 

Li gorî Demîrtaş, ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidome divê destpêkê agirbestek qehîm pêk were.

 

Demîrtaş her wiha bang li Serokê Giştî yê AKPê û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu jî kir, zimanê beriya hilbijartinan bikar nehîne çimkî wî zimanî zirar li AKPê da.

 

Davûtoglu duh li ser hevdîtina bi HDPê re gotibû, ez nikarim ji partiya ku %13ê dengan bidest aniye re bêjim “bi te re hevdîtin nakim”.

 

Herî dawî, endamê rêveberiya KCKê Murad Karayilan gotibû, HDP di warê pêkanîna hikûmeta nû de divê nêrîna xwe ya teng derbas bike.

 

Karayilan her wiha diyar kiribû ku HDPê pirsgirêka kurd daye aliyekî û dibêje qey pirsgirêka kurd tine.

 

Barzanî: Bila meha Remezanê bibe meha lêborîn û hevkariyê

 

Rojava News: Bi helekefta hatina meha Remezanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ew meha pîroz li misilmanên cîhan û Kurdistanê pîroz kir.