Print this page

Piştî şer penaberên Girê Spî vedigerin

Rojava News: Piştî derxistina çekdarên DAIŞê ji bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, welatiyên wî bajarê ku ji ber şer reviyabûn, niha ji rewşa ewle ya bajar dilhîsayî ne û vedigerin bajarê xwe.

 

Tenê sê rojan piştî ku Girê Spî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, Tirkiyê deriyê sînor ji penaberên Girê Spî re vekir ku vegerin bajar û malên xwe.

 

Xelkê Girê Spî dibêjin: “Eger rewşa nava bajarê Girê Spî wisa ewle bimîne, ew jî êdî penaberî Bakurê Kurdistanê nabin.”

Welatiyên wî bajarî herwiha daxwaz dikin, li hember êriş û gefên DAIŞê parêzvanî li wan bê kirin.

 

Penaberên ku vedigerin, dibêjin, di vegerê de ti arîşeyek nehatiye pêşiya wan tenê di dabînkirina pêdiviyên jiyanê de zehmetiyan dibînin.

 

Hevdem, li Bakurê Kurdistanê jî hevwelatiyên kurd kontrolkirin û rizgarkirina bajarê Girê Spî bi serkeftinek mezin didin zanîn û bi hûrî çavdêriya rewşê dikin.

 

Girê Spî bajarekê Rojavayê Kurdistanê ye û di navbera her du kantonên Kobanî û Cizîreyê de ye. Girê Spî par havînê ketibû destê DAIŞê lê roja 15ê vê mehê ji aliyê hêzên YPGê û Volkana Feratê ve hatibû rizgarkirin.

 

Ji ber şer, bi hezaran welatiyên Girê Spî reviyabûn Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.